Dozê Kurde: Nûçegihana Nûdem
Şêniyên Qamişlo roja sêşemê, ji bo şermazarkirina êrîşa Tirkiyê ya li ser Şengalê, xwepêşandanek lidar xistin. Duh derdora demjimêr 2’ê nîvro balafireke dewleta Tirk tirimpêla Hevserokê Rêveberiya xweser a Şengalê Merwan Bedel li navçeya Xanesorê ya girêdayî Şengalê, topbaran kir.
Di encamê de Bedel jiyana xwe ji dest da û dû kurên wî ku pêre bûn jî, birîndar bûn. Li ser vê yekê Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrîşên domdar ên Tirkiyê ku bi riya balafirên bê pîlot pêk tîne, hat şermezarkirin, sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û bang li civaka navnetewî hat kirin ku ji bo rawstandina binpêkirinên Tirkiyê yên li Sûriyê û Iraqê destwerdanê bike.
Hêjayî gotinê ye bikaranîna balafirên bê mirov ji aliyê dewleta Tirk ve, bûye rêbazekî ku gelekî di êrîşên li dijî rêveberên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), bikar tine.