Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên girêdayîRêveberiya Xweser, ku li herêmê bi navê ” Asayiş” tên naskirin. Piraniya dezgehên medyayîyên ku destûra kar li herêmên Bakur û RojhilatêSûriyeyê wergirtine û bi wan re heye, di romalkirina şerê di navbera milîsên BerevaniyaNiştimanî yên ser bi rejîma Sûriyeyê û Asayişêda, li taxa Tey a ku dikeve başûrê bajarêQamişlo, bi rêbazekî nehênî û dûrî azadiyarojnamegerî û mafê ragihandinê, karê wan rojnamegeran asteng û qedexe kir.
Di destpêka alozî û pevçûnan de, di mêjûya 20 nîsana 2021 an de, rê bi pişkek kanal û ajansêngirêdayî Rêveberiya Xweser û her wisa çendçalakgerên nêzîkî serkirdeyên navxweyî yênRêveberiya Xweser hate dan ku, romala wêpevçûn û aloziyê bikin.
Piştî derbasbûna şeş rojan ji wê bûyerê, ji bersedema revîna ji berpirsyartiya xwe û her wisasererastkirina binpêkariya ku di sebaretêrojamevanan de pêkanî. Destûr bi hineknavgînên ragihandinê hate dane ku derbasî Taxa Tey bibin û karê xwe yê asayî cîbicîbikin û rewşa wir romal bikin.
Ew bûyerên ku her dem têne dubarekirin. Li gorîmadeya 19an a îlanakirina cîhanî ya mafêmirovan ku di sala 1948an de di derbarê mafêwergirtina agahî û zaniyariyan de, kêşe û nakokiyek di navbera wan de derdikeve holê, her wisa madeya 19 a peymana navdewletî ya teybetbi mafê sivîlan û siyasetê ku ew jî di sala 1962an de hatî ragihandin.
Rêdana romalkirina şer û pevçûnan bi tenê ji boberjewendiya hin aliyên medyayî yên nêzîRêveberiya Xweser hate dan. Her wisa gef jî li hindek rojnamegeran hate xwarin û serederiyekenebaş û nelayîqî rojnamegeran, ji hêla endamênewlekariyê ve, hate kirin. Ev karekî wisa diltezînne layîqî dezgeheke mînakî û nestêleh, wekîHêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Em komek ji rojnamevan û ragihîneran, van serederî û pêrabûnên wan protesto dikin. Yên kuazadiya karê ragihandinî înkar dikin. Her wisatawan e û nayê pejirandin. Di heman demê da ne li gorî yasayên Rêveberiya Xweser e, yên kugarantiya azadiya rojnamegerî û mafêbidestxistina zaniyariyan dike û kêşeyeke li gorîyasaya Rêveberiya Xweser.
Bê guman tengezariya karê rojnamegeran ku di dawiya meha derbasbûyî de, di operasyonaewlehiyê de ya li Kampa Holê, dîsan hate astengkirin. Her wisa ji bilî ew rotîn û bicihanînên ferzkirî yên li ser karê rojnamegeranberiya destpêkirina romalkirinê û di navromalkirinê de jî li kampan. Ji bilî, bê qîmetî û bêserederiya baş bi rojnamegeran re, tê xuyakirinku rastiya karê ragihandinî û azadiya mafêrojnamegeran li temamê Bakur û RojhilatêSûrîyeyê bi paş ketiye û gaveke nehênî li dû xwehêlaye.
Em dibînin ku ev nêzîkatî û danûstandinên nabaşbi rojnamegeran re, dê bandora xwe di hêlanehênî de li ser pêşeroja ragihandinê li herêmêbike. Her wisa divê ku Rêveberiya Xweser û dezgehên wê van pirsgirêk û kêmasiyan di rêyaavakirina jîngeheke biewle ji bo rojnamegeran û garantiya wê bike, her wisa bêalî nêzîk bibe û azadiya navgînên ragihandinê ava bike, da kubikaribe destekdayinê di geşedana civakê de bike û bi rola xwe ya çavdêrî û şopandinê, bi peywir û berpirsyartî rabe.
Gengeşekirina di derbarê yasaya nû de, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zêdetir jidu mehan li pişt xwe hêlaye. Ew gengeşekirin jî, ji hêla gelek cihên cuda cuda yên navgînênragihandinê û rojnamegerên navxweyî û yênderve jî pêk hat, lê heta niha ew yasa ji hêlaencûmena giştî ve nehatiye pesendkirin. Em jialiyên peywendîdar û berpirs daxwaz dikin ku di nêzîk dem de û bi awayekî lezgînî, yasayêpesend bikin û kêmasiyên yasayî çareser bikin û cihê wê bi gavên erênî dagirin, da ku zemînekedurist were avakirin û binpêkarî di sebaretîrojnameger û xebatkarên ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neyên tomarkirin.
Îmzekar:
Hîbar Osman
Mesûd Hamid
Cano Şakir
Îvan Hesîb
Kemal Şêxo
Şêrzad Seydo
Dara Berekat
Extîn Ese,d
Ednan Hesen
Ehmed El-Berho
Ridwan Bêzar
Hejar El- Seyid
Hesen Hisên
Xelîl Xelîl
Hozan Xişo
Nûbar Ismaîl
Yezer Osman
Îsam Emîn
Dezgeha Êzîdyana
Serkeft Pîroz: peyamhinêrê Nûdem