Home / Nûçe / Tirkiya Operasyonek li dijî Kurdan destpêkir

Tirkiya Operasyonek li dijî Kurdan destpêkir

Stêra NEBÎ, Peyamnehera Nûdem

Wezareta Navxweyi ya Tirkiye Ragihand ku wan li dijî PKK bi artêşeke ku ji 1551 leşkeran pêk tê li herêma Şirnexê dest bi Operasyoneke bi navê “Eren Zivistan” kirine.

Di nava 24 seatên dawiyê de Wezereta Navxweyi ya Tirkiye bi daxuyaniyekê Ragihand ku wan Operasyonek li dijî Partiya Karkerên Kurdistan PKK`ê li herêma Şirnexê ya ku dikeve Bakurê Kurdistanê dan destpêkirin. Dewleta Tirk bi hinceta ku ewê PKK`ê li her derê tune bike Oparsyonên terorî li ser herêmên aram yên ku sivîl û bi taybetî gelê kurd tê de jiyan dike dide destpêkirina û aramî û mafên sivîlan bin pêdike.

Di demeke ku dewleta Tirk her roj gefan li ser Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje ku ewê dest bi Operasyonan bike berê xwe de dide Bakurê Kurdistanê û bi tang û topên giran dest bi êrîşan dike. Dewleta Tirk armanca wan ne tenê tunekirina Partiya Karkerên Kurdistanê ye, di heman demê li deverên wekî herêma Şirnexê ya ku ev Partî tê de tuneye dîsa jî êrîş û gefên xwe bi ser sivîlan de pêk tîne.

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …