Home / Nûçe / Xwendeka daxweza xerciyê mehane dikin

Xwendeka daxweza xerciyê mehane dikin

NÛDEM

Wêne ji malperên civakî

Ji bo protestokirina neda xerciyê mehane, li Başûrê Kurdistanê bi sedan Xwendekarê Zanîngeh û peymangehan rojane xwepêşandanan li dar dixin.

Ji ber nedana xerciyê mehane hejmareke mezin ji xwendekarên Peymangeh û Zanîngehan li qadanin û daxweza mafê xwe dikin.

Xwendekaran gotin ku tevî xerciyê ku wan ji Wezareta Xwendinê digirtin pir kêm bû jî, lê herî kêm pê kîrîya xwe ya rêyan didan.Her wiha diyarkirin ku rewşa wan herku diçe ber bi xirabûnê ve diçe û hatiyê asta ku êdî nikarin cil û bergan ji xwe re bikirin.

Xwendekar daxweze ji cihên peywendîdar dikin ku xwedî li wan derkevin û careke din xerciyên wan ên mehane bidin wan. Hêjayî gotinê ye ku ji sala 2015’an ve li ser wan hatiye birîn.

Ji ber vê yekê ev çar rojin xwendekarên zanîngeh û peymangehan ji Germiyanê ta Hewlêrê li qadanin, lê heta niha kes li wan xwedî derneketiye û daxwaza wan pêk nehatiye.

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …