Home / Nûçe / Yek ji sembolên rejîma Sûrî, Ramî Mexlûf reviya

Yek ji sembolên rejîma Sûrî, Ramî Mexlûf reviya

Nûçegihanê Nûdem: Ehmed Elî

Rejîma Sûrî zext li Milyardêr û Kurxalê Serokê Sûriyê Beşar EL-Esed kir û dest danî ser milkên wî. Mexlûf ku ji mezintirîn kesayetên Dewleta Sûrî ye, ji ber nakokiyên di navbera wî û Beşar de ji wî xwest ku dewlet destê xwe ji şîrketên wî bikşîne da ku karibe bi serbestî karê xwe bike.

Mexlûf hîn ji dema Serokê Sûriyê yê berê ku bavê Beşar EL-Esed e ve yek ji kesên nêzî desthilatê bû.

Herî dawî Mexlûf ku kêm bi riya dîmen derdikeve, vîdyoyek belav kir û tê de gazin ji Beşar û kesên li dordora wî kir. Mexlûf bi taybet behsa Malbata AL-Exres kir û ew weke kesên nêzî wî yên nû bi nav kirin.

Li gorî hin çalakvanan, bi fermana Beşar Mexlûf ev demek bû di bin niştecihbûna ji neçarî de bû.

Li gorî agahiyan Mexlûf tevî malbata xwe çûye welatekî ereb. Li gorî hin çalakvanan tişta ku Beşar û kesên li derdora wî dixwest ev bû, da ku mîrateya ku Mexlûf li peyî xwe hiştiye bi dest bixin.

Di heman çarçoveyê de hin malperên nêzî Rejîma Sûrî ragihandin ku Karsazê Sûrî Mihemed Bera Qatircî jî piştî dosyayên wî yên gendeliyê û hevariya bi Rêxistina DAIŞ`ê re û têkiliya wî ya bi Rejîma Sûrî ji aliyekî ve û QSD`ê ji aliyekî din ve di mijara qaçaxçiyê ku li ber çavên rejîmê dihat kirin de, reviya ye.

Hêjayî gotinê ye ku karsazên Sûriyê alîgirên rejîmê ne û pir jê nêz in. Sedema piranya gendeliya di dewletê de jî ew bûn.

Ji ber ku dewletê desthilatî xistibû destê wan û wan jî piştgiriya serokê dewletê dikir.

Hin alî jî dibêjin ku ev şerê di navbera dewletê û ticaran de şerê ji bo pereyan e.

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …