Nûdem
YPG: Li Efrînê 2 endamên Cebhet El-Şamiyê hatin kuştin
Navenda raghandinê ya YPG’ê diyar kir hêzên wan li dijî çekdraên Cebhet El-Şamiyê yên li Efrînê çalakiyek li dar xistine û di encamê de 2 çekdar hatine kuştin. Li gorî welatiyan herêmê di nava wan çekdaran de kesekî berpirsê diziya mal û milkên welatiyên Efrînê bû heye.
Derbarê mijarê de Navenda raghandinê ya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Kopiyek ji daxuyaniyê gihişt destê Nûdem.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Di çarçoveya pêngava duyemîn ya berxwedana serdemê de yekîneyên me yên li Efrînê çalakiyek bi bandor li dijî çeteyên Cebhet El-Şamiye yên li Navçeya Şera pêk anîn.
Di roja 5’ê îlonê de yekîneyên me li pêşiya alaveke leşkerî ku 4 çeteyên Cebhet El-Şamiye ku di nava wan de berpirsyar dizîna mal û milkên welatiyên gundê Dîkmedaş ê Navçeya Şera jî hebû, kemîn danîn. Çeteyan dixwestin ku berhemên zeytûnan ên welatiyan bifroşin. Di encama çalakiyê de alava leşkerî hat rûxandin û 2 çete hatin kuştin. 2 çeteyên din jî bi giranî birîndar bûn.”
Di daxuyaniyê her wiha navên çekdarên ku hatin kuştin û birîndarkirin hatin diyarkirin.
Navên wan kesan wiha ne: Hisên Elîto ji Til Rifet, Mazin Çawîş ji Şamê, Umer Kino ji Ezazê û Berpirsyarê diziyê Ebdilrehman El-Cadir ji Cerablusê.
Nûdem